Zanyarê Kurdî – I

Di vî beşê de birayê me ye ji Başûrê, Îbn Temiyye’yê li me dide nas kirin. Îbn Temiyye ferzendeyek mezin û mele ye. Di beşa din de me, apê wî yê Ebû el Qasimê Harranî naskiribû.

Beşa Yekemin: Zanyarê Kurdî

7.) Navê wî yê bi tûnî Ahmed Îbn Evdilhalîm îbn Evdissemed îbn Xidir îbn Mihemed îbn Teymiyye Taqiyeddin e. Mele Temiyye di sala 661 de (Hîcrî) li Harranê ji dayik bû.

Wexta ku Tataran êrîşê li ser bajaran wan kir ew şeş salî bû. Piştê êrîşê bi maltaba xwe re welatê xwe terk kirin û li Şamê bicih bûn. Mele Îbn Teymiyye li Şamê çû dibistanê. Û di siya jîriya xwe yê mezin de di demek kurt de ji dibistana xwe destûryar bû. Piştê xwendina ewil de pirtûkan jiber dikir. Pişt re Îbn Teymiyye di dibistana xwe de bû mamoste. Û di zanistiyên bicûr de perwerde da.

Wêrek û leheng, camêr û bi teqwa. Tu carî bala xwe neda dinyayê. Û helbestvanek zelal bû.

Rojek ji bo derbarê pêdîwîya mirovek xeber bi de çû ba zalimek. Ew zalima tinazê xwe lê kir û wiha got: “Min jî dixwest ez ê bêm ba te. Tu kesekî zana û biteqwa yî!” Piştê wî ew (Îbn Teymiyye) wiha got: “Dergevanê nelîze! Di vegotina olê de Mûsa ji min hê bixêr bû. Û Fîravûn ji te hê bişer bû.”

Mele Taqiyeddin perwerdeya Zanîstiya Hadîsê girt. Berhevkiririna rîvayetan a Mele Ehmed û Mele Taberanî , çend caran guhdar kir. Ji aliyê din ve derbarê wan de berq û berq pirtûkan nivîsand. Zanistî girtina wî di salên piçûk de dest pê kir. Ji bavê xwe dad û metodolojiya dadê hîn bû. Ji Şemseddîn Ebu Omer, Zeyneddîn Îbn el Manya û ji mamosteyên wekî din perwerde girt. Ji xeynî wan Erebî, tefsîr, werze (matematik) û felsefe jî hîn bû. Derbarê nêrînên sahabeyan tabiinan xwediyê zanistîyê bi tûnî bû.

Hîna neketibû 20 saliya xwe ku xwe gihîşt destûr û besbûna danîn a fetwayan. 21 saliya wî de bavê wî mir. Mele Îbn Teymiyye erka bavê xwe girt ser xwe û dibistana ku bavê wî fêr dida, fêr da.

Wexta ku derbarê mijarek de jê pirsek dihat pirs kirin, ê ku pirsa pirs kir bo mele digot ku “Ew mele xeynî vî mijarê qet tiştekî nizane” Ji ber ku mele bersivên xwe pir kûr û firawan dida.

Bêtirs bû. Bo wî pir caran xwestin wî hiş bikin û tu carî rehetiyê nedan wî. Pir caran hat hapiskirin. Heta ku di sala 728 di 20ê meha Zîlkade roja duşemê çû rehma Xwedê.

 

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Google+ fotoğrafı

Google+ hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Connecting to %s