Zanyarê Kurdî

Talibekî ‘ilmê bi navê Behzad Zêbarî xelkê Başûr ku li Medîna Minewere dixwîne, dest bi rêzenivîsek bi navê Zanayên Kurd kiriye, Zêbarî di vê rêzenivîsê da qala kurte jînenîgarîya hin zanayên Kurd û berhemê wan dike. Kurte pêşeka ku Zêbarî jiboy vê rêzenivîsê nivîsîye erzî hizûra we dikin, kerem kin derên nik zanayên Kurd:

“Piştî te’tîla xwe ya nîvê salê dema ez gîhîştim Medîna Minewer carekî ez çûm pirtûkxanekî, min gelek pirtûk stendin, di nav wan pirtûkan da min pirtûka Seydayê Gewre Mela Tahirê Ebdullahê Silêmanê Behreqî ya bi navê “Heyatû’l-Emcad mîn ‘Ulemaî’l-Ekrad” dît. “Pişt betlane niwé sâle xé geşt Médîna’ pişt wi roje ez çum pertûkfiroşek min pertûke nû girtin nav pertûkan da li Erbîl’da (Kurdistanê). Mélé u vexwendin Şeyh Tahîr Abdullah Silêman Behreqî’ra  “nav zanyar e kurd da“ jiyana bi rûmet dit.

Mijar ku zanayên Kurd bûn (di bara İslamê û şaxê mayî zanistîyê da) agahîyên me gelek kêm in; ne jiber kêmbûna zanayê Kurdan lê jiber kêmagahîyê me mixabin. Ev pirtûka ji sê bergan tê pê û têda jînenîgarîya 2085 ‘alimên Kurd heye, jiboy vê mijarê ji 280 zêdetir çavkanî hatine bikaranîn.

Sedamê kirîna min a vê pirtûkê ew bû ku di bara alim û rêzanê Kurd da zêdetir bibim xwedan agahî. Berî niha zanayên Kurd ên wek Ebû ‘Amr ibn es Selah û İbn Xellikan û İbn Teymiyye min nasdikirin. Lê İbn Teymiyye Kurd bû an na? Heya min di vê pirtûkê da xebera ku him İmam bi xwe bi Kurdî diaxivîye û him jî apê wî Kurd bûye nexwendibû ez jê piştrast nebûm. Bi xêra vê pirtûkê min gelek zanayên Kurd ên din ên ku karîgerîya wan di zanistî yên İslamî yên cuda da çêbûyî naskirin.

Bi dîtina Dr. Şêx Mihemmed Şerif Ahmed, Seydayê nivîskar bi xêra vê pirtûkê xwestîye du peyaman bigîhîne raya giştî ya Musulmanan: Peyama yekem jiboy Kurdan e ku dixwaze bêje: “Van stêrkên direxşan pêşewayê we ne jiboy nifşên we yên paşerojê erka xwe pêkanîne.” Nivîskar di peyama xwe ya duyem da dibêje: “Kurd; di bawerî û şêweyê jîyanê û di pabendîya xwe ya ji İslamê ra ji dil bûne, timî jêra sadiq bûne, ferq nexistine navbera ‘Ereb û Faris û Tirkan, xwe qenc bi biratîya Musulmanan girtin.”

Zana û Rêzanê Kurd:

1) Di serdema se’adetê da İbrahîmê Ebû Hûrehê Nisêbînî, ji Nisêbînê koçî Mekka Mikerreme kirîye û heya axirîya ‘emrê xwe li wir jîyaye, ji Se’îdê kurê Cûbeyr û Micahîdê kurê Cabir Hedîs hildaye û Mû’temer û Sufyanê kurê  ‘Uyeyne jê hedîs riwayet kirine.

2) İbrahîm Hesenê Goranî, sala 1025 li bajarê Merîwanê hatîye dunê, çûye Şamê, ji wir koçî Misrê kiriye duvra ji wir jî koç kiriye çûye nîvgirava ‘Erebistanê li wir di mizgevta pêxember da seydatî kirîye, sala 1101 hîcrî da li Medîna Minewer wefat kirîye û li goristana Beqî’ê da hatiye hilanînê. Ev jî hinek berhemên Seyda ne:

11898806_10152905547716899_3157531172528295721_n-300x12411902296_10152905547736899_5797280477440681849_n-278x300

3) İbrahîm Dawûdê Dîyarbekrî pêşî koçî Şamê kirîye, ji wir jî çûye Qahîrê. Mela İbrahîm heya îcaza xwe stendîye li cem İmam İbn Teymîye û li cem feqîyê wî xwendîye, li ser mezhebe Şafi’î bûye, yek ji seydayên İmam ibn Hecerê ‘Esqelanî bûye, ev jî wek şeref besî Seyda ye jixwe, Seydatyê Dîyarbekrî sala 797 Hîcrî da çûye ser heqîya xwe.

4) İbrahîm Heyderê Heyderî, li ber deste bavê xwe feqîtî kirîye, ‘alimê herî navdarê ‘eşîreta xwe bûye, wê dewrê gotibûne: “Îlmê wî wek çîyan e.” Sala 1157 da çûye ber rehma Xwedê. Gelek berhemên Seydayê Heyderî hene hinek jê ev in:

image

İcar jî em qala jineka zana bikin:

5) Aîşa İbrahîm Sîncarîye; sala 760 h. da li Şamê ji dayîk bûye, li cem ‘alimê Şamê xwendîye nexwasma ji feqîyê Fexrê Bûxarî yên li Şam û li Qahîrê û li Be’lebekê pir îstîfade kirîye, Xelatî û Yûhî îcaze danê, ji İbnû Hecer û İbnû Nasirûddîn û İbnû Mûsa û hwd. ra seydatî kirîye Aîşe Xatûnê, yanê van giregirê zanayan feqîyê Aîşe Xatûnê bûne. Aîşe Xatûn xanimeka zana û salihe û feqîr bûye, sala 842 h. da wefat kirîye.

6) Ebû’l-Qasim kurê Muhemmedê kurê Xalidê kurê İbrahîm; sala 650 h. da li Herranê hatîye dunê, xalê İmam ibn Teymîye bûye, xwendina xwe li Şamê qedandîye û bûye îmamê Camîya mezin, dersa mezhebe Henbelî daye, kesekî xwedan teqwa bûye, nefs piçûk bûye, xweşe exlaq bûye, Ebû’l-qasim bazirganî bûye, di sala 717 h. da çûye ser heqîya xwe.

Ewê bidome…

Wergêr: M. Ebduselam Şadî 

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Google+ fotoğrafı

Google+ hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Connecting to %s